Îsraîlê êrîsî sîstema berevaniya esmanî ya artêsa Sûriyê kir
PeyamaKurd – Medyaya fermî ya Sûriyê daye zanîn, Îsraîlê serê sibeha îro Sêşemê, bi moşekan êrîşî sîstema berevaniya esmanî ya artêşa Sûriyê li Bendera Laziqiye kir û di encamê de agir bi çend kontêneran li wê benderê ketiye.
Medyaya fermî ya Sûriyê diyar kir, Îsraîlê di saet 03.21ên serê sibeha îro de, Meydana Kontêneran li Bendera Laziqiyê bombebaran kiriye û piştî êrîşa bi moşekan agir bi çend kontênerên li Bendera Laziqiyê ket û ziyaneke darayî ya mezin li pey xwe hiştiye.
Berî niha jî di 7 vê mehê de, careke din heman cih li Bendera Laziqiyê rastî êrîşeke moşekî hatibû.
Tevî ku Sûriye, Îsraîlê bi pêkanîna êrîşê tohmetbar dike, lê Îsraîl bi fermî derbarê mijarê de tu daxuyaniyeke fermî nedaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin