Îsraîlê êrîsî sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê kir

03 September 2021 12:59 0 dîtin
Îsraîlê êrîsî sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê kir

PeyamaKurd – Îsraîlê bi moşekan êrîşî sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê kir.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Hikûmeta Sûriyê SANA îro ji zarê çavkaniyeke leşkerî ve diyar kiriye, Îsraîlê êrişeke moşekî ji bo ser derdora Şamê pêk aniye, lê belê sîstema berevaniya esmanî ya wî welatî, bersiva êrîşê daye û piraniya moşekan têk birine.

Heman çavkaniyê leşkerî yê Hikûmeta Sûriyê daye zanîn: “Derdora saet 01:26 serê sibeha îro, Îsraîla dijmin êrîşeke esmanî ji aliyê başûrê rojhilatê Beyrûtê ve pêk aniye û tê de çend cih li derdora bajarê Şamê kiriye armanc û sîstema me ya berevaniya esmanî bersiv daye êrîşa moşekî ya dijmin û piraniya wan xistine û zirar tenê maddî bûne.”

Ji aliyekî din ve medyaya ser bi opozisyonê ve dibêje, ew pêgehên ku hatine armanckirin,ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve ji bo pêşxistina çekan têne bikaranîn bi taybetî li Navenda Lêkolînên Zanistî li her du navçeyên Berze û Cemraya li Şamê.

Roja 20 Tebaxê jî Îsraîlê êrîşeke din pêk anîbû û tê de 4 endamên Hizbullah a Lubnanî hatibûn kuştin.