Bi droneke kamîkaze êrîsî baregeha Herîr a Hewlêrê kirin

19 November 2023 13:00 0 dîtin
Bi droneke kamîkaze êrîsî baregeha Herîr a Hewlêrê kirin

PeyamaKurd – Baregeha Asmanî ya Herîre ya Hewlêrû ji aliyê hêzên Amerîkî ve dihate bikaranîn, îro beyaniyê cardin rastî êrîşeke dronî hat.

Hate ragihandin ku derengiya şevê li dor demjimêr 01:00 bi droneke kamîkaze êrîşek li ser baregeha Herîrê hate kirin ku ti ziyanek nehatiye tomarkirin.

Wekî êrîşên çend roj berê ev êrîş jî ji aliyê komên milîsên Îranî yên bi navê Muqaweme Îslamî ve hatiye encamdan.

Hêjayî gotinê ye, baregeha Herîrê ku hêzên Hevpeymaniyê berê tê de hebûn niha vala ye û ti hêzeke Amerîkî tê de tune ye.

Ji 17ê Cotmehê ve li Iraq û Sûriyê 61 êrîş li ser baregehên hêzên hevpeymaniyê û amerîkî hatine kirin ku 58 leşker jî bi sivî birîndar bûne. Hemû êrîş jî ji aliyê komên nêzî Îranê ve hatine kirin.