Xaminey: Hizbullahê derbe xwar, lê cesaret nakin êrîsî sînorên Îranê bikin!

26 September 2024 19:18 0 dîtin
Xaminey: Hizbullahê derbe xwar, lê cesaret nakin êrîsî sînorên Îranê bikin!

PeyamaKurd – Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xaminey, li ser kuştina lîderên Hizbullahê ji aliyê Îsraîlê ve got ku rast ehizbullahê derbe xwariye, lê xwe naçemîne. Xaminey herwiha got, “Cesaret nakin êrîşî nav sînorên Îranê bikin”.

Xaminey, diyar kir ku Hizbullaha Lubnanê wê li hember êrîşên Îsraîlê çok nedeyne û wiha domand: “Hin kesayetên bi bandor û hêzên hêja hatin kuştin. Bêguman, Hizbullahê jî derbe li wan dan.”

Herwiha Xaminey anî ziman ku beriya hilbijartinên seroktiya Amerîkayê pêdiviya Rêveberiya Joe Biden bi serkeftineke siyonîst heye û got: “Dijmin bi awayên cuda bixwazin vê bikin jî cesaret nakin êrîşî sînorên Îranê bikin.”