Îsraîlê gef li Hizbullahê xwar: Emê Beyrûdê jî bikin Xeze!

12 November 2023 14:30 0 dîtin
Îsraîlê gef li Hizbullahê xwar: Emê Beyrûdê jî bikin Xeze!

PeyamaKurd – Wezîrê Berevanayia Îsraîlê Yoav Gallant, gef li Hizbûllaha Lubnanê ku Îran piştevaniya wê dike xwar.

Gallant got, heke Hizbullah Lubnanê bixe nav şer, “Emê Beyrûdê jî bikin wekî Xeze û qedera wê eynî wek Xezeyê be’.

Wezîrê Îsraîlî serdana xaleke leşkerî ya sînorê Lubnanê kir û diyar kir, "Em dikarin tiştên me li Xezeyê kiriye li Beyrûdê jî bikin. Heke Hizbullah xetayên wiha bike, wê bedêla vê pêşî welatiyên Lubnanê bidin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Hizbullah ji destpê şerê Îsraîl-Hemasê jî êrîşên biçûk li sînorên Îsraîlê dike, lê heta niha neketiye nav şerekî giştî bi Îsraîlê re.