Îsraîlê gefa Hizbullahê li Lubnanê xwar: Wêran bikin!

31 July 2020 20:17 0 dîtin
Îsraîlê gefa Hizbullahê li Lubnanê xwar: Wêran bikin!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Artêşa Îsraîlê Benny Gantz ji artêşê re gotiye eger Hizbullah êrîşî Îsraîlê bike, binesaziya Lubnanê wêran bikin.

Rojnameya Israel Hume bi zarê çavkaniyên paye bilind ragihand ku Gantz fermand dane artêşa Îsraîlê ku Hizbullah êrîşekê li dijî Îsraîlê pêk bîne, binesaziya Lubnanê wêran bikin.

Saziyên ewlehiyê yên Îsraîlê çaverê dikin Hizbullah êrîşeke mezin li hemberî wan pêk bîne û ji bo vê yekê jî artêşa Îsraîlê li herêma sînor a Lubnanê di amadebaşiyê de ye.