Pasdarên Îranê li sînorê Merîwanê êrîsî kolberan kir

06 March 2022 18:32 0 dîtin
Pasdarên Îranê li sînorê Merîwanê êrîsî kolberan kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên rejîma Îranê gule bi ser kolberên Kurd de reşandin û kolberek hat birîndarkirin.

Li gorî zanyariyên Hengawê belav kirine, li deverên sînorî yên bajarê Merîwanê kolberekî kurd bi nave Cebar Salihî (33 salî) di dema kolberiyê de rastî teqeya pasdarên Îranê hat û birîndar bû.

Cebar Salihî yê xelkê gundê Wişkelan ê Merîwanê, ji bo tedawiyê li nexweşxaneya Sine hat razandin ku hat gotin, rewşa tenduristiya wî baş e.