Pasdarên Îranê êrîsî sivîlên ku ji Basûr derbasî Rojhilat dibûn kir: 1 kustî, 2 birîndar

10 August 2022 19:34 0 dîtin
Pasdarên Îranê êrîsî sivîlên ku ji Basûr derbasî Rojhilat dibûn kir: 1 kustî, 2 birîndar

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Supaya Pasdaran a Îranê li bilindahiyên Gader a navçeya Şino ya parêzgeha Urmiyê yê li Rojhilatê Kurdistanê, gule bi ser xelkê sivîl de reşandin.

Li gorî zanyariyan di êrîşa ku êvar 8ê Tebaxê rû daye de, pasdarên Îranê gule berdane hejmarek welatiyên sivîl ên navçeya Mergever a bajarê Urmiyê û di encama wê êrîşê de kesek hatiye kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûne.

Hat zanîn ku Pasdarên Îranê dema 12 kesên sivîl u ji Başûrê Kurdistanê vedigeriyan Rojhilatê Kurdistanê, gule bi ser wan de reşandine û welatiyê bi navê Mihemed-Emîn Ehmedî yê xelkê gundê Lacan a Mergever a Urmiyê jiyana xwe ji dest daye.

Kesên bi navên; Zirar Ehmedî û Uzêr Sabirî Azer ku herdu xelkê gundê Dizê yê Mergeverê ne jî birîndar bûne.

Herwiha hat diyarkirin ku hejmarek kesên din jî ji aliyê hêzên Pasdaran ve hatine girtin.