Pasdarên Îranê êrîsî komek kolberên Kurd kir

30 May 2021 10:46 0 dîtin
Pasdarên Îranê êrîsî komek kolberên Kurd kir

PeyamaKurd – Pasdarên Îranê li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê êrîş birin ser komek kolberên Kurd û kolberek birîndar bû.

Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, îro Yekşemê danê sibê pasdarên Îranê li zozanên sînorî yên Sertezên li nêzîkî bajarokê Bane li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, komek kolber dan ber guleyan.

Hat zanîn ku di encama wê êrîşê de kolberekî kurd ê bi navê Mihemed Rehmanî bi giranî birîndar bû.

Hat diyarkirin ku kolberê birîndar li nexweşxaneya Sine hatiye razandin, lê rewşa wî xirab e.