Pasdarên Îranê dîsa êrîsî kolberên kurd kirin
PeyamaKurd – Dezgeha Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku li deverên Kotol û Pîranşar yên Rojhilatê Kurdistanê 2 kolberên kurd di encama êrîşa pasdarên Îranê de birîndar bûn.
Herî dawî 10ê Nîsanê jî kolberekî bi navê Behruz Çetozade li devera sînorî ya Elendê ku girêdayî bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê ye ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû kuştin.
Hengawê ragihand ku doh 12ê Nîsanê li zozana Kanî Xudê ya Pîranşarê komek kolberên kurd rastî êrîşa pasdarên Îranê hatin û li gorî agahiyan, di wê êrîşê de kolberek bi navê Umîd Xanî ji piyê xwe birîndar bû.
Dîsa li devera Kotolê ya bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê jî kolberekî kurd bi navê Mecîd Celîlpûr rastî êrîşa pasdaran hatiye birîndar bûye ku niha li nexweşxaneya Urmiyê tê dermankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin