Rojhilat | Pasdarên Îranê bi tivingên nêçîrê êrîsî kolberên Kurd kir

31 May 2022 20:06 0 dîtin
Rojhilat | Pasdarên Îranê bi tivingên nêçîrê êrîsî kolberên Kurd kir

PeyamaKurd – Pasdarên Îranê li devera sînorî ya Newsûd a girêdayî parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, du kolberên kurd birîndar kirin.

Li gorî ragihandina rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, doh 30yê Gulanê li devera Newsûd ya bajarê Pawe ya bi ser Kirmaşanê, pasdarên Îranê bi tivingên nêçîrê gule berdane komek kolberên kurd.

Hat diyarkirin ku di encama wê êrîşê de du kolber ji ser, pişt, dest û milên xwe birîndar bûne û bo nexweşxaneya Pawe hatine rakirin.