Li Rojhilatê Kurdistanê embara Pasdarên Îranê sewitî

14 February 2022 16:30 0 dîtin
Li Rojhilatê Kurdistanê embara Pasdarên Îranê sewitî

PeyamaKurd – Li qezaya Mahîdeşt a parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê embara binkeyeke Sipaha Pasdarên Îranê şewitî.

Li gorî ragihandina medya Îranê îro 14ê Sibatê agir bi mbareke ragirtina rûnê makîne û madeyên şewatê ya li binkeyeke Piştevaniya Sipaha Pasdaran a li nehiyeya Mahîdeşt a li Kirmaşanê ketiye û embar şewitiye.

Rayedarên Îranê sedema şewatê diyar nekirine, lê ragihandine ku şewat hatiye kontrolkirin û ti ziyaneke canî çênebûye.

Beriya niha jî teqîn li binke û kargehên atomî û ewlehiyê yên Îranê çêbûbûn û Îranê bi wan teqînan Îsraîl tawanbar kiribû.