Rojhilat | Pasdarên Îranê kolberekî Kurd kust, yek jî birîndar kir

24 July 2022 17:12 0 dîtin
Rojhilat | Pasdarên Îranê kolberekî Kurd kust, yek jî birîndar kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku pasdarên Îranê li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd kuştin.

Malpera Mafên Mirovan Hengaw ragihand ku duh bi şev li zozana sînorî ya Malte ya bajarokê Bane yê li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.

Hat diyarkirin ku di wê êrîşê de du kolber ku her du birayên hev bûne, birîndar bûn û yek ji birîndaran li nexweşxaneya Bane jiyana xwe ji dest da.

Navê kolberê ku can daye Sadullah Yûnisî û navê yê birîndar jî Elî Yûnisî ye ku xelkê gundê Gilesûre yê Bane ne û herdu jî zewicî û zarokên wan hene.