Sînorê Biradostê ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê ve tê topbarankirin
PeyamaKurd – Sînorê Çiyayê Berbizîn ê herêma Biradostê ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê ve tê topbarankirin.
Li gor zanyariyan, Supaya Pasdarên Îranê gundên Derhol, Benş û Berçîxe û bilindahiyên Seqer û Berbizîn ên devera Biradost a parêzgeha Hewlêrê topbaran kir.
Supaya Pasdarên Îranê roja Çarşemê 28ê Îlona 2022an hemwext êrîşî binke û baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de kir.
Herwiha di encama êrîşan de sivîl jî di nav de 15 kes şehîd bûn, 10 jê giran 46 kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin