Îranê girtina hemû sînorên xwe yên bejayî yên bi Iraqê re ragihand

30 August 2022 11:29 0 dîtin
Îranê girtina hemû sînorên xwe yên bejayî yên bi Iraqê re ragihand

PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê yê Karûbarên Ewlehiyê, ji ber rewşa aloz a Bexdayê hişyarî da û girtina hemû sînorên xwe yên bejayî yên bi Iraqê re ragihand.

Li gor Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê yê Karûbarên Ewlehiyê û Serokê Desteya Geştyaran Seîd Mecîd Mîrehmedî da zanîn, dema ku sînor bên vekirin, wê geştyaran agahdar bikin.

Rêveberê Balafirxaneya Îmam Xumeynî Seîd Çelenderî jî ji medyaya Îranê re eşkere kir, hemû geştên asmanî yên Bexda û Necefê hatine betalkirin.

Balyozxaneya Îranê ya li Bexdayê jî ji welatiyên xwe yên li Necef, Kerbela û bajarên din ên Iraqê daxwaz kir ku xwe biparêzin û "heta ku hewce nebe seferê nekin."

Herwiha Balyozxaneya Îranê bang li welatiyên ku serdana cihên pîroz ên Şîeyan li Iraqê dikin kir ku xwe biparêzin û neçin Bexda, Necef, Kerbela û bajarên din ên Iraqê.

Wezareta Karên Derve ya Îranê jî daxwaz ji welatiyên xwe kir ku di vê demê de serdana Iraqê nekin.