Fransayê li ser sînorên xwe yên bejayî dest bi kontrolê kir
PeyamaKurd – Li Herêma Şengenê ku armanca wê rakirina kontrolên sînorên navxweyî yên li Yekîtiya Ewropayê (YE) ye, kontrola sînor berbelav dibe. Di vê çarçoveyê de Fransayê ji doh ve li ser sînorên xwe yên bejayî dest bi kontrolê kiriye.
Ji ber zêdebûna fikarên li ser gefên ewlehiyê û koçberiya neqanûnî, Fransayê, doh ji (1ê mijdara 2024an) ve dest bi kontrolên li ser sînorên xwe yên bejayî yên bi welatên cîran re kiriye ku ev kontol li ser sînorên wê yên bi Belçîka, Almanya, Îtalya, Luksemburg, Spanya û Swîsreyê re.
Kontrolên ku heta dawiya nîsana 2025an dê bidomin, armanc dikin ku li hember terorîzm û çalakiyên qaçaxçîtiyê asteng bikin. Her çend hukûmeta fransî piştrast kiriye ku her kesê ku sînor derbas dike dê bi pergalî neyê kontrol kirin jî ji bo rêwiyan tê pêşniyarkirin ku belgeyên nasnameya xwe bi xwe re bigerînin.
Rayedaran hişyarî da rêwiyên ku ji Belçîka, Luksemburg, Spanya, Swîsre, Almanya û Îtalyayê ku bi rêya bejahî dê bên axa Fransayê ku dibe ku ji 1ê mijdarê ve, dema ku kontrolên sînor dest pê bikin, ew ê dereng bigihîjinê. Ev pêngava Fransayê piştî biryara Almanyayê pêk hat ku cardin li kontrola li ser sînor dê vegere.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin