Îranê li ser girtina endamekî xwe li Mîlanê, rojnamevaneke Îtalî binçav kir û santajê dike
PeyamaKurd - Rojnamevana Îtalî Cecilia Sala, piştî binçavkirina endamekî rejîma Îranê li balafirgeha Mîlanê li Tehranê hate binçavkirin. Hate zanîn ku Sala wekî bersiva girtina endamê rejîma Îranê li Tehranê piştî 3 rojan hatiye binçavkirin.
Îraniyên bi navê Mihemed Abidînî Necefabadî, bi hinceta dabînkirina alavên hestiyar ên hewce ji bo dronan û moşekên Îranê roleke wî ya bingehîn hebû û Amerîkayê jî ew xistibû lîsteya dorpêçan li Îtalyayê hatiye girtin.
Hikûmeta Îtalyayê ragihandibû ku ew bi ti awayî wî girtîyî naşînin Îranê ji ber ku danûstandina wî digel rejîma Îranê heye.
Li aliyê din Rojnameya Îtalî “La Repubblica” nûçeyek li ser mijarê belav kir ku tê de tê gotin, danûstandina berpirsên Îtalya ya bi Îranê re ji bo pevguhertina rojnamevan Cecilia Sala bi wî girtiyê îranî re heye û pêwendiya hikûmeta Îtalya digel rêberên partiyên dijber bi armanca rêgirî ji êrîşa rasterast a ser rêjîma Îranê li vê qonaxa hestiyar de kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin