Daraza Îranê: Di qanûna sergirtina jinan de ti guherîn tine

01 April 2023 21:34 0 dîtin
Daraza Îranê: Di qanûna sergirtina jinan de ti guherîn tine

PeyamaKurd – Serokê erka darazê yê Îranê Muhsin Ejei, ragihand ku di sergirtina jinan de paş de gav navêtine û got:

“Wê daraz îhlalên qanûna sergirtinê bi hezir bişopîne û di mijarê de bi taybet tevbigere.”

Li gor çapemeniya Îranê; serokê erka daraza Îranê Muhsin Ejei, li bajarê Îsfahanê di civînekî de axifiye û behsa sernegirtina jinan ya li kolanan kiriye. Ejei gotiye ku jinên serê xwe negrin, li Îranê li hemberê dewletê şer didin destpêkirin, di mijara sergirtina jinan de tawîz nedane û kesên qanûn îhlal bikin wê bên cezakirin.”

Li ser mijara sergirtina jinan, wezareta karên navxwe ya Îranê li ser îhlalên sergirtina jinan got:

“Me di qaîdeyên edetên xwe û olê de guherîn nekiriye. Weka wezaret, em ê bi erka darazê û dezgeyên pêwendîdar re îzna îhlala sergirtinê nedin.”