Îran qanûna sergirtina jina diguhêre
PeyamaKurd – Serdozgerê giştî yê Îranê Muhammed Cafer Muntazeri ragihand ku ew li ser sergirtina jinan ya mecbûrî xebatekî dikin û wê di nêz de encamê ragihîne. Li gor televizyona dewletê ya Îranê; serdozger ji bo çalakiyên piştî kuştina Mahsa Jîna Emînî, ji ber protesto hêj dewam dikin, meclisa Îranê û konseya bilind ya Şoreşê li ser qanûna mijara sergirtina jinan xebatekî dane destpêkirin û dewam dike. Muntazerî weha gotiye:
“Em ê li ser koka destûrê bimînin û biryarê bidin. Xebat wê di 15 rojan de encam bide.”
Muntazeri, piştî kuştina Mahsa Jîna Emînî navê ‘polîsiya Exlaq’ weka ‘polîsiya ewlehiya civakî’ binav kir û got:
“Em weka erka darazê niyeta me tine ku em polîsiya exlaq ji ortê rakin. Helbet piştî van bûyerên dawiyê navendên me yên ewlehiyê û çandê ji bo çareseriyê li rêyên maqûl digerin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin