Îranê, ji bo jinan biryareke nû da
PeyamaKurd- Bi erêkirina Lijneya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, hat ragihandin ku qedexeya derketina jinan a li stadyuman a di maçên futbolê de hat rakirin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA) ya nîvfermî, Serokê Federasyona Futbolê ya Îranê Mehdî Tac diyar kir ku Lijneya Bilind a Ewlehiya Neteweyî destûr daye jinan da ku bikevin stadyûmên futbolê.
Mehdî Tac diyar kir ku Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Ciwan û Werzîşê bi saziyên îstîxbaratê re komxebatek ava kirin da ku biryar li stadyuman çawa bê tetbîqkirin.
Li Îranê dem bi dem destûr tê dayîn ku jin li maçên neteweyî ji stantan temaşe bikin, lê temaşekirina maçên Lîga Super a ji stadyumê ji vê destûrê hat derxistin.
Herî dawî di Adara 2022yan de li pêşbirka pêşbirka Asyayê ya Kûpaya Cîhanê ya 2022yan a FIFAyê ku di navbera Îran û Lubnanê de li bajarê Meşhedê hatibû lîstin, destûr nehatibû dayîn ku jin li stadyumê li maçê temaşe bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin