Blinken bang li Îranê kir: Dawî li çewsandina sîstematîk a li ser jinan bîne

20 September 2022 11:59 0 dîtin
Blinken bang li Îranê kir: Dawî li çewsandina sîstematîk a li ser jinan bîne

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li ser kuştina Jîna (Mehsa) Emînî bang li hikûmeta Îranê kir û got: “Dawî li çewsandina sîstematîk a li ser jinan bîne".

Li çar aliyên cîhanê bertekên li ser bûyera kuştina keça Kurd Jîna Emînî ku roja 13ê Îlona 2022an ji aliyê polîsên Exlaqê yên rejîma Îranê ve hatibû desteserkirin û pişt re bi awayekî jihişçûyî rakiribûn nexweşxaneyekê li Tehranê û roja 16ê Îlonê piştî 3 rojan can dabû, dewam dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di derbarê mijara kuştina Jîna Emînî û xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de daxuyanî da û eşkere kir: “Diviyabû Mehsa (Jîna) Emînî îro sax ba. Lê li şûna wê, xelkên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê şîna mirina wê dikin. Em bang li hikûmeta Îranê dikin ku dawî li çewsandina sîstematîk a li ser jinan bîne û rê bide xwepêşandanên aştiyane.”