Wê ji bo derxistina Îranê ji komîsyona jinan a NY dengdan bê kirin

29 November 2022 21:06 0 dîtin
Wê ji bo derxistina Îranê ji komîsyona jinan a NY dengdan bê kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ser daxwaz û pêşniyara Amerîkayê, wê dengdana derxistina Îranê ji nav Komîsyona Statuya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Konseya Civakî û Aborî ya NY bê kirin.

Li gorî nûçeya France 24ê li ser pêşniyara Amerîkayê, wê 14ê Kanûna îsal dengdana derxistina Îranê ji nav wê komîsyona têkildarê mafên jinan bê encamdan ku wê nûnerên 54 welatan deng bidin.

Komsîyona Statuya Jinan ji nûnerên 45 welatan pêk tê û Îran jî wekî endam tê de cih digire. Di pêşniyara Amerîkayê de hatiye xwestin ku Îran di plansaziya 2022-2026an de cih negire û ji endamtiyê bê derxistin.

Hêjayî gotinê ye, xwepêşandan û protestoyên dijî rejîma Îranê jî piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî du meh û  nîv e berdewam dikin û heta niha gelek jinên din jî bi destê hêzên rejîma Îranê hatine kuştin û ev jî bûye sedema nerazîbûnên tund li raya giştî ya cîhanê.