Komîsyona Hilbijartinê: Prose pir bas dimese, dengdan bi rêkûpêk birêve diçe

20 October 2024 11:47 0 dîtin
Komîsyona Hilbijartinê: Prose pir bas dimese, dengdan bi rêkûpêk birêve diçe

PeyamaKurd - Cîgira Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Nebras Ebû Soda ragihand ku piştî 48 demjimêran ji dengdana taybet, îro li parêzgehên Herêma Kurdistanê dengdana giştî tê kirin û got, heta niha dengdan bi rêkûpêk birêve diçe.

Ebû Soda got, navendeke dengdanê ya taybet li Hotêla Reşîd li Bexdayê, yek li Hewlêrê û ya din jî li Silêmanîyê ji bo kesên bi temen hatine destnîşankirin.

Ebû Soda ragihand: “Ji dema ku dengdanê dest pê kiriye, prose pir baş dimeşe û encamên destpêkê dê di nava 24 demjimêran de ji aliyê komîsyonê ve bêne ragihandin.”

Hêjayî gotinê ye, sindoqên dengdanê li demjimêr 07:00 hatin vekirin û biryar e di demjimêr 18:00 de bi awayê elektronîk bên girtin.