Serokê Komîsyona Hilbijartinan: Proseya hilbijartinê pir bas birêve çû
PeyamaKurd - Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê encamên destpêkî yên hilbijartinên serdema 6an a Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir.
Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Omer Ehmed Mihemed, îro 21ê Cotmehê, derbarê encamên hilbijartinên 20ê Cotmehê roja Yekşemê yên Parlamentoya Kurdistanê de, li Bexdayê civîneke rojnamevanî saz kir.
Serokê Komîsyonê got: “Proseya hilbijartinan gelek baş bi rê ve çû, ji ber ku hemû amadekarî ji bo serkeftina wê proseyê hatibûn kirin.”
Omer Ehmed Mihemed, li ser encamên destpêkî yên fermî da zanîn ku ew encamên destpêkê ne û heta ragihandina fermî ya encaman ew ne encamên teqezî yên piştrastkirî ne.


Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin