Serokê Komîsyona Hilbijartinan: Wê encam di nav 24 saetan de bên eskere kirin

20 October 2024 12:20 0 dîtin
Serokê Komîsyona Hilbijartinan: Wê encam di nav 24 saetan de bên eskere kirin

PeyamaKurd – Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Hekîm Omer Ehmed ragihand ku proseya dengdanê bê pirsgirêk berdewam dike.

Omer Ehmed got, dê encamên destpêkî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di nav 24 saetan de bên eşkerekirin.

Ehmed ji medya Kurdistanê re ragihand ku wê piştî bidawîbûna proseya dengdanê û girtina sindoqan, encam bi awayekî elektronîk ji navenda komîsyonê ya Bexdayê re bên şandin û pêwîste di nav 24 demjimêran de encam bêne eşkerekirin.

Herwiha Ehmed da zanîn ku di saetên nîvro de wê rêjeya beşdariya hilbijartinan jî diyar bibe.