Komîsyona Hilbijartinan sibe hemû encaman eskere dike

23 October 2024 20:01 0 dîtin
Komîsyona Hilbijartinan sibe hemû encaman eskere dike

PeyamaKurd - Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê radigihîne ku çi skalayeke reng sor li ser encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nîne û sibe encamên hemû skala têne ragihandin.

Birêveberê Rahênan û Rêkaran li Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Dawid Selman îro Çarşemê eşkere kir, “Di her du dengdanên taybet û giştî yên Parlamentoya Kurdistanê de, 189 skala ji aliyê partî û aliyên siyasî ve li ser encamên hilbijartinan hatine tomarkirin.”

Dawid Selman diyar kir, “Proseya pêdaçûn û piştrastkirina skalayên aliyên siyasî berdewam e, heta niha me ti skalayeke me ya reng sor nîne, tenê skalayên reng kesk û zer hene.”

Selman eşkere kir, “Em hewl dikin ku îro proseya pêdaçûn û piştrastkirina skalayan temam bikin û sibe (Pêncşem, 24.10.2024) encamên wan ji bo tevaya xelkê ragihînin.”