Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê: Ti fisara siyasî nikare encaman biguherîne!
PeyamaKurd – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê derbarê hilbijartina parlamentoyê ya 10ê Cotmehê pêk hat de, daxuyaniyeke girîng da.
Komîsyonê ragihand ku ti fişarek nikare encamên piştrastkirî yên hilbijartinê biguherîne.
Sekreterê Komîsyona Hilbijartinan ê çapemeniyê Hesen Selman da xuyakirin, ragihandina encamên nepiştrastkirî proseyeke yasayî ye û dibe hin encam bi qismî biguherin.
Selman da zanîn ku piştî jimartina bi destan hinek encam guherîne, lê komîsyon bi ti awayekî nakeve bin fişara aliyên siyasî û diyar kir, ti dengek nayê windakirin.
Herwiha Selman got ku heta niha ji ti hevpeymanekê û aliyekî siyasî gilîyekî cidî yê binpêkirinê negihîştiye ber destê wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin