Aydin Maruf: Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê neheqî li pêkhateyan kir
PeyamaKurd – Wezîrê Herêmê yê Berpirsyarê Karûbarên Damezrîner Aydin Maruf got, “Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê di biryara xwe de berjewendiyên pêkhateyan li ber çavan negirt. Ji bo berjewendiyên partiyeke siyasî neheqî li pêkhateyan kir."
Wezîrê Herêmê Maruf do ji K24ê re diyar kiriye ku îro careke din neheqî li pêkhateyan hat kirin û got, “Biryara Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ya derbarê kotayê de siyasî ye. Biryar hat dayîn ku kursî bi neheqî li parêzgehan bên dabeşkirin."
Aydin Maruf da zanîn ku biryara mijara gotinê ne di berjewendiya pêkhateyan de ye û got, “Em biryara komîsyonê red dikin. Komîsyonê ji bo berjewendiyên partiyeke siyasî neheqî li pêkhateyan kir. Ev ê bandorek neyînî li rewşa pêkhateyan bike. Sîstema kotayê veguheriye mijareke siyasî, destwerdanek berdewam di nav karûbarên pêkhateyan de heye. Diviyabû hemû alî parastina mafên pêkhateyan bikin. Mixabin di biryara komîsyonê de berjewendî û daxwazên pêkhateyan li ber çavan nehat girtin.”
Aydin Marûf spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ku hertim berevaniya mafên pêkhateyan kiriye û hewla vegerandina 5 kursiyên kotayan daye, Aydin Maruf tekez kir ku divê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê rêzê li îradeya pêkhateyan bigire, da ku bikarin zêdetir beşdarî proseya hilbijartinan bibin.
Wezîr Marûf destnîşan kir ku ew li gel wê yekê ne ku hilbijartin bi beşdariya hemû aliyên siyasî bên kirin û got, "Em ê di dema pêş de li dijî neheqiya li me tê kirin bibin xwedî helwest."
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro biryara Komîteya Dadwerî ya Hilbijartinan pesend kir ku ji 100 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê 5 kursî bide pêkhateyan.
Li gorî biryarê, kursiyên ku ji pêkhateyan re hatine veqetandin, wê wiha werin dabeşkirin:
1. Hewlêr: 2 kursî (yek ji Xiristiyanan re, ya din ji bo Tirkmenan)
2. Silêmanî: 2 kursî (yek ji bo mesîhiyan, ya din ji bo Tirkmenan)
3. Duhok: 1 kursî ji bo Ermenîyan
Di 21ê Sibatê de Dadgeha Federalî li ser giliya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hejmara kursiyên parlamentoyê ji 111an daxist 100î û Herêma Kurdistanê kir 4 navçeyên hilbijartinan (Hewlêr 34 kursî, Silêmaniyê 38 kursî, Duhok 25 kursî, Helebce biryar hat dayîn ku kursî li ser 3 kursiyan bên dabeşkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin