Komîsyona Hilbijartinan: Ti guhertin di encaman de nehatiye kirin
PeyamaKurd - Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumane Xelay ragihand, “Amadekarî hatine temamkirin, ji bo ku sibe 30yê Cotmehê li demjimêr 10:00ê sibehê li Baregeha Lijneya Navendî ya Komisyonê ya Hewlêrê encam bên ragihandin.”
Li gorî ragihandina Cumane Xelay, ji ber ku skala kesk û zer bûn, ti guhertin di encaman de nehatine kirin, hemû skalayên dengan hatine yekalîkirin û hejmara kursiyên aliyan jî wekî xwe maye.
Hêjayî gotinê ye, proseya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê roja 18ê Cotmehê bi dengdana taybet dest pê kirin û roja 20ê Cotmehê jî bi dengdana giştî hatibû bidawîkirin.
Mafê du milyon û 686 hezar û 578 dengderan hebû ku rêjeya beşdariyê jî wekî ji sedî 72 hate tomarkirin. Di hilbijartinan de, PDK bûye partiya yekemîn, YNK duyemîn û Nifşê Nû jî sêyemîn e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin