Li Îranê biryara qedexekirina wênegirtina werzisvanên jin hat dayîn

27 December 2023 22:02 0 dîtin
Li Îranê biryara qedexekirina wênegirtina werzisvanên jin hat dayîn

PeyamaKurd – Li Îranê ji pişt ve wênegirtina keçên werzişvan ku porên wan xuya bike, hate qedexekirin.

Rojanameya Îtimad a girêdayî hikûmeta Îranê biryar û rêkarên nû yên bo wênegirtina werzişvanên jin belav kir. Li gorî biryarê divê êdî wêneyên, dest û pirça werzişvanên jin û keçan di wênegirtinan de xuya nekin.

Hate gotin ku biryar bi awayê devkî hatiye ragihandin û ji bo wênegirtinê jî jinên wênegir hatine erkdar kirin; jinên werzişvan ku pora wan xuya dike yan milê xwe hildane, wêneyên wan negirin û mafê belavkirina wêneyên wiha tune ye.

Herwiha wê Federasiyona Fûtbolê jî wêneyan yek bi yek kontrol bike.

Di nûçeyê de nehatiye diyarkirin bê ew biryar ji aliyê kîjan saziya Îranê ve hatiye wergirtin.