Netanyahu: Îsraîl dê li ser bingehê “berjewendiyên xwe yên neteweyî” biryara bersivdana Îranê bide

15 October 2024 15:09 0 dîtin
Netanyahu: Îsraîl dê li ser bingehê “berjewendiyên xwe yên neteweyî” biryara bersivdana Îranê bide

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu îro ragihand ku Îsraîl dê nêrîna Amerîka li ber çavan bigire, lê ew ê li ser bingehê  “berjewendiya xwe ya neteweyî” biryara bersivdana êrîşa mûşekî ya Îranê bide.

Îro li Lubnanê, Îsraîlê êrîşên nû li ser rojhilat û başûrê welêt li wan deveran pêk anî, piştre ku Netanyahu piştrast kir ku ew ê êrîşên xwe bidomînin.

Li gorî daxuyaniya ofîsa Netanyahu, wî îro got, “Em guh didin nêrînên Amerîkayê, lê em ê li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî biryarên xwe yên dawî bidin.”