Amerika di wergirtina enerjiyê de Iraqê ji dorpêçên li ser Îranê 120 rojên din mûaf kir

15 November 2023 15:15 0 dîtin
Amerika di wergirtina enerjiyê de Iraqê ji dorpêçên li ser Îranê 120 rojên din mûaf kir

PeyamaKurd -  Amerîka'yê biryara ku Iraq'ê ji dorpêçên Îran’ê yên di warê wergirtina xaza xwezayî û elektrîkê de mûaf (xaric) hiştinê 120 roj dirêj kir û dê Iraq bikare wan enerjiyan ji Îranê bikire. 

Wezîrê Karên Derve yê Amerikayê Antony Blînken di 14'ê Mijdara 2023an de, biryara ku Iraq dikare 120 rojên dinpêwistiyên xwe yên xazê û elektrîkê ji Îranê peyda bike imze kir. 

Tê zanîn ku hin endamên kongreya Amerikayê vê destûrdayînê bi sedema ku aboriya Tahranê bihêz dike rexne li rayedarên hikûmetê dikin. 

    Ji ber dorpêçên Ameriyê ku li Îranê sepandiye 10 milyar dolarê Îranê di bankayên Iraqê de ne û li gor peymana ku di navbera Washington û Begdayê de hatiye îmze kirin, divê      ew pere ji bo bankayeke li Ummanê bê vaguhstin û piştre jî bo avro bê guhartin. Îran bi wî pereyî tenê dikare derman, xurek û keresteyên alîkariyên mirovî bikire.