Sebah Subhî: “Demeke nêzîk dê hinartina petrola Kurdistanê dest pê bike”
PeyamaKurd – Endamê Lijneya Petriol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Dr. Sebah Subhî got, ji ber zextên navneteweyî ku rawestiyabû, dê demeke nêzîk hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike.
Sebah Subrî îro (13ê mijdara 2024an) ji K24ê re ragihandiye, heftiya borî Encûmena Wezîrên Iraqê deng li ser guhertina xala Cyê ya jimare 2yê ya madeya 12ê daye ku tê de nirxê hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê re tê birêkxistin.
Wî gotiye, “Guherîn niha ew e ku lêçûn dê ji hêla Wezareta Petrolê ya Federal û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ve werin sererast kirin ku bi şêwra teknîkî ya navneteweyî ye.”
Tekez kiriye ku “Vê rewşê hişt ku Herêma Kurdistanê ji vê xala kor rizgar bibe û demeke nêzîk petrola Kurdistanê di asteke baş de bo derve bê hinartin.”
Sebah Subhî her wiha diyar kiriye ku lêçûna Herêma Kurdistanê ya her bermîleke petrolê, 16 dolar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin