Li Zanîngeha Harvard a Amerîkayê perwerdeya Kurdî dest pê kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Zanîngeha Harvard a Amerîkî yekem car di dîroka xwe de li ser daxwaza xwendekarên zanîngehê yên Kurdistanî dewreya dersa perwerdekirina zimanê Kurdî da destpêkirin.
Hate diyarkirin ku dewreya vê payîzê ya perwerdeya zimanê Kurdî vebûye û ji bilî zimanê Kurdî wê di dersan de mijarên çand, dîrok û siyaseta Kurdan jî werin nirxandin.
Zanîngehê bang li zanyarê antropolog, profesorê zanîngeha Bentley, Ehmed Mihemed Pûr, ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye kiriye ji bo ku di vê dewreyê de ders bide.
Professor Ehmed Mihemed Pûr ji malpera The Harvard Crimson a xwendekaran re ragihandiye: "Em ê çawa li ser têgehên Rojhilatê Navîn bêyî li ser perwerdekirina zimanê Kurdî yan jî fêkirina wê biaxivin? Ez bi vê gave kêfxweş im û di dawiyê de li gel me dewreyeke bingehîn a perwerdekirina zimanê Kurdî çêbû."
Pûr gotiye: "Ez bi hêvî me Zanîngeha Harvard vê dewreyê di werza bê de jî dewam bike, li kêlek wê jî bijarteya zimanî pêşkêş bike ku xwendekaran li ser perwerdekirina zimanê teşwîq bike û fêrkirina zimanê Kurdî yên lêkolînên Rojhilata Navîn li Zanîngeha Harvard dişopînin bibe xwestekek."
Zanîngeha Harvard a Amerîkî zanîngeheke lêkolînên taybet e û li bajarê Cambridge ê wîlayeta Massachusetts ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye. Zanîngeha Harvardê di sal 1636an de hate damezrandin û ji saziyên perwerdeya bilind a Amerîkayê ye ku di cîhanê de pir navdar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin