Li Harvardê kûrsa zimanê Kurdî hat vekirin

08 September 2023 12:58 0 dîtin
Li Harvardê kûrsa zimanê Kurdî hat vekirin

PeyamaKurd – Li Zanîngeha Harvard ku yek ji zanîngehên herî mezin û navdar a cîhanê ye, kûrsa zimanê Kurdî hat vekirin.

Li gor zanyariyan, Beşa Ziman û Şaristaniyên Rojhilata Navîn a li Zanîngeha Harvardê kûrsa zimanê Kurdî zaravayê Soranî vedike û çend xwendekarên doktorayê, navê xwe nivîsandine û mamosteyekî Kurd ê bi navê Ehmed Mihemedpûr ders dide.

Hat zanîn, Ehmed Mihemedpûr mamosteyê mirovnasî û civaknasiyê ye û pileya wî ya akademîk, alîkarê profesor e û xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye, li ser dayîna vê kûrsê li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye: “Gelek cihê kêfxweşiyê ye ku Zanîngeha Harvard yekem car kûrsa zimanê Kurdî ji bo xwendekarên doktorayê pêşkêş dike ku hez dikin ligel zimanê Kurdî aşîna bin.”

Mihemedpûr daye zanîn, çend xwendekarên doktorayê navê xwe nivîsandine.

Herwiha vekirina vê kûrsê wek pêngaveke girîng û bi sûd ji bo Kurdan bi nav dike û dibêje: “Ji bo çavkaniya sereke ya kursê, min pirtûkeke Dr. Heyder Xizrî hilbijartiye, bi hêviya xwendekarên zêdetir û herwiha berdewamî û bihêzkirina zêdetir a zimanê Kurdî li Zanîngeha Harvardê.”

Ji bilî Harvardê, çend zanîngehên din li Amerîkayê kûrsa fêrbûna zimanê Kurdî vekirine, ji wan Zanîngeha Central Florida.