Serbalyozê Amerîkayê peyama "Kurdî" belav kir
PeyamaKurd – Peyama "Kurdî" ji Serbalyozê AmerîkayêBalyozê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Steve Bitner got, "Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wê bibe gaveke diyarker ji bo aramî û demokrasiya Herêma Kurdistanê. Em hêvî dikin ku hilbijartinek adil, azad û şefaf were kirin."
Bitner ji bo sondxwarinê peyamek bi Kurdî û Îngilîzî weşand.
Konsulê Giştî yê Amerîkayê di peyama xwe de kêfxweşiya xwe ya ji bo jiyan û xebata li Herêma Kurdistanê nîşan da û got: “Di dema min de li Wezareta Derve ya Amerîkayê, min weke dîplomat li deverên curbicur ên Rojhilata Navîn kar kir, lê ev yekem erkê min e li Herêma Kurdistanê.”
Bitner bal kişand ser wê yekê ku dixwaze pêwendiyên di navbera Washington û Hewlêrê de baştir bibe, Bitner tekez kir ku Amerîka bi biryar e ku piştevaniya saziyên demokratîk li Iraq û Herêma Kurdistanê bike.
Bitner di dawiya peyama xwe de got, "Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wê bibe gaveke diyarker ji bo aramî û demokrasiya Herêma Kurdistanê. Em hêvî dikin ku hilbijartinek adil, azad û şefaf were kirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin