15 baroyan êrîsa dijî rojnamevan Sînan Aygul sermezar kir
PeyamaKurd - 15 baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê êrîşa duh a li Tetwanê li dijî rojnameger Sînan Aygul bi daxuyaniyeke hevpar şermezar kirin. Baroyan got: “Ev êrîş li dijî mafê wergirtina agahiyê ya gel û azadiya çapemeniyê hatiye kirin.”
Serokê Komeleya Rojnamevanên Bedlîsê Sinan Aygul ku ji ber nûçeyên gendeliyê gelek caran hatiye desteserkirin, duh 17ê Hezîranê li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ji aliyê polîs Engîn Kaplan û bokser Yucel Baysali yên pasewanên Şaredarê Tetwanê Emîn Geylanî ve rastî êrîşekê hat û hat birîndarkirin.
Parêzgariya Bedlîsê li ser bûyerê ragihandiye: “Di encama lêkolînê de Y.Byê xebatkarê Şaredariya Tetwanê ku tevlî bûyera derbkirina Sînan Aygul bûye û polîs E.Kyê tê gotin ku di pêşîlêgirtina bûyerê de kêmasiyên wî hene û tevgerên ne li gor pîşeya polîstiyê ne kiriye de demildest lêpirsîna edlî û îdarî dan destpêkirin, polîs ji kar hat dûrxistin. Lêpirsîna edlî û îdarî bi hesasiyet tê meşandin.”
Li aliyê din Şaredarê Tetwanê Emîn Geylanî jî daxuyaniyek belav kiriye û gotiye, ti pêwendiya wî bi êrîşê ve nîne.
Li gorî zanyariyan, zilamên şaredarê Tetwanê berê jî gef li Aygul xwarine ku nûçeyan derbarê wan de çêneke.
Di daxuyaniya 15 baroyan de ku baroyên Diyarbekir, Mûş, Wan, Bedlîs û Rihayê hene êrîş hate şermezarkirin û hate gotin: “Ev êrîş li dijî mafê wergirtina agahiyê ya gel û azadiya çapemeniyê hatiye kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin