Li Diyarbekirê demsala hiskirina bacanên sor destpêkir

24 July 2024 22:51 0 dîtin
Li Diyarbekirê demsala hiskirina bacanên sor destpêkir

PeyamaKurd – Piştî hewa têr germ bû û bacanên sor gihîştin, dest bi çinîn û hişkirina bacanan kirin. Bacanên ji nav zeviyan diçinin wan dibin seha hişkirinê ciyê ku bi sed metreyan branda lê hatine raxistin.

Parêzgerê Amedê Murat Zorluoğlu, çû ciyê ku bacanên sor lê tên hişkirin Qerejdaxê û ragihand ku potansieyal çandiniyê li deverê zêde ye.

Çinîna bacanên sor an ku firingî an ku sorik ji aliyê karkerên demsale tên çandin, mezinkirin û çinîn. Paşî diçinin û wan dibin seha hişkkirinê. Di seha hişkkirinê de karker bi taybetî karkerên demsale yên jin, li ser brandayan bacanê dikin du felq û datînin. Paşî xwê lê dikin û li ber tavê hişk dikin. Parêzger Zorluoğlu got:

“Em îsal bende ne ku ji 235 hezar ton bacanên sor yên ter 30-35 hezar ton bacanên hişk bidest bixin. Her diçe berhem zêdetir dibe. Em pê kêfxweşin û hem ji bo karkeran kar peyda dibe. Bacanên hişkkirî diçe Îzmîrê li wê derê paket dibe û piraniya wan diçe Îtalyayê.”

Parêzger Zorluoğlu, got ku bacanên dişînin Îtalyayê li wê derê di xwaringehekî de dibe alava pizzayê. Zorluoğlu weha dewam kir:

“Çiqas hilberîn zêde dibe, divê tesîsên ku peket dikin jî bên avakirin. Eger em ji vê derê raste rast bişînin derve, wê ji aboriya bajarê me re bibe destek. Dewlet baraj û kanalên avê çêdike û araziyê avî zêde dibe. Eger baraj temam bibin, wê hilberîna Amedê 2-2,5 car zêdetir bibe. Niha 1,5 milyon dekar arazî aviye lê em dixebitin ku miqdarê araziyê avî derxin 4-4,5 milyon dekarî.

Dema mijara avdaniyê çareser bibe ku wê zêde dewam neke û xebat dewam dikin, wê çandiniya Amedê zêde bibe û wê ji bajêr re 500 hezar îlawe îstîhdamê çêbike.”