Li Hakkariya demsala semateka ser berfê destpêkir
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Hakkariya demsala şemateka ser berfê ya bi navê “Mêrga Botan” destpêkir. Heya niha têra şematekê berf nebariyabû ji ber wê demsala şematekê nûh destpêkir. Ciyê şematekê ji navenda bajêr 12 km dûre û gelek kes tevlî ahenga destpêka wê bûn.
Hakkariya deverekî wisaye ku berf zû lê dibare û berfa wê dereng dihele. “Mêrga Botan” ji deryayê 2.800 km bilinde û niha qaliniya berfê gihaye metreyekî.
Di merasima destpêka demsala şematekê de, parêzgerê Hakkariya û gelek rêvebirên fermî û nefermî bi xelkê re tevlî merasimê bûn.
Her rêya şematekê 10 km dirêje û 5 rê (şerîd) yên tesîsa şematekê hene. Her weha ji bo derên jorê pîstan an serê rêyan yên jorê ji bo xwe bişleminîn jêr, banda meşê heye ku bi elektrîkê dixebite.
Sala borî 150 hezar kest tevlî spora şematekê bûn. Qaliniya berfa ku hatiye dewisandin, niha li dora 70 cm ye.
Li derdora Hakkariyê nevenda şematekê li seriya bajêr heye û li navça wê li Geverê jî navendekî heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin