Serdozgeriya Diyarbekirê li dijî YSP ê lêpirsînê da destpêkirin

08 April 2023 17:37 0 dîtin
Serdozgeriya Diyarbekirê li dijî YSP ê lêpirsînê da destpêkirin

PeyamaKurd – Partiya Çep ya Kesk li Diyarbekirê li taxa Şehîlixê merasima buroya hilbijartinê kir lê bi sedema di merasimê de propoganda PKK ê hatiye kirin, serdozgerî lêpirsînê da destpêkirin. Di merasima duhî de parlementera HDP ê ya Diyarbekirê Remziye Tosun û rêvebirên HDP ê û YSP ê hebûn.

Bi sedema di merasima vekirina buroyê de, axaftinên hatine kirin û sloganên ku qêriyane, li gor serdozgeriyê; dikeve çarçova ‘Kirina Propoganda Rêxistina Terorê’ serdozgeriya Diyarbekirê di derbarê wan de lêpirsînê da destpêkirin.