Serdozgeriya Ankara di derbarê parlementer Sezai Temelli de lêpirsînê da destpêkirin
PeyamaKurd – Piştî Tirkiyê êrîşê Rojavayê Kurdistanê kir, parlementerê bajarê Mûşê yê Partiya Çep ya Kesk Sezai Temelli li ser bûyerê axifî û got:
“Vê zihniyeta ku sûda xwe ji şer digre, her cûre êrîşên xwe dewam dike. Çi dibe, tê serê xelkê Kurd û zarokên Kurdan. Ji ber hedef Kurdistana Iraqê û Sûriye ye.”
Li ser van hotinên Temelli, serdozgeriya Komarê ya Ankara di derbarê Sezai Temelli de lêpirsînê da destpêkirin. Tewana serdozgeriyê ew e ku Temelli li ser operasyonên artêşa Tirkiyê di 5 ê Cotmehê de daxwuyaniya çapemeniyê daye. Goya dawxuyanî li dijî xala destûra Tirkiyê ya 301a ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin