Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derbarê endamên MYKa HDPê de dest bi lêpirsînê kir

25 December 2021 14:31 0 dîtin
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derbarê endamên MYKa HDPê de dest bi lêpirsînê kir

PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, ji ber daxuyaniya “Qirkirina Ermenan” a HDPê, derbarê endamên MYKa HDPê de dest bi lêpirsînê kir. 

Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 24ê Nîsanê de bi minasebeta Komkujiya Ermenan daxuyaniyek bi sernavê “Qirkirina Ermenan” dabû. Serdozgeriya Komarê ya Enqerê di derbarê endamên MYKa HDPê de, dest bi lêpirsînê kir. Serdozgeriyê ji xala 301an a ku bi salan e li serê nîqaş tên kirin, fezleke amade kir. 

Li gorî yasayê dema destûra vekirina lêpirsîna ji xala 301an were dayîn, wê di derbarê 26 endamên MYKa HDPê de bi hêceta “Biçûkxistina dewleta Komara Tirkiyê û miletê Tirk” lêpirsîn were birêvebirin.