Serdozgeriya Komarê ya Enqerê Leyla Guven de doznameyeke nû amade kir
PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, di derbarê Hevseroka Giştî ya KCDê Leyla Guven de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doznameyeke nû amade kir.
Li 9emîn Dadgeha Cezaya Giran a Diyarbekirê, duyemîn danîşana doza ku bi îdia "propagandaya rêxistinê" li Hevseroka Giştî KCDê Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê girtî ye hatibû vekirin, hat dîtin. Guven, ji Girtîgeha Xarpêtê bi rêya SEGBÎSê tevlî danişînê bû. Parêzerê Guven Serdar Çelebî jî li danişînê amade bû.
Di danişînê de derket holê ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve bi îdia "propagandaya rêxistinê" derbarê Guven de doznameyeke din hatiye amadekirin.
Di danişînê de ji Guven hat xwestin ku li dijî doznameya hatiye amadekirin parastin bike. Guven li dijî vê derket û ji bo lêkolînkirinê daxwaz kir dozname jê re bê şandin. Guven, da zanîn ku qeydên dengên wê yên bi Kurdî yên di dosyayê de şaş hatine wergerandin û xwest ku parvekirinên wê yên medya sanal ên sûc hatine hesibandin jê re bên şandin.
Parêzerê Guven Çelebî jî got ku tevlî daxwazên muwekîla xwe dibe û ji bo parastinê daxwaza dema zêde kir.
Serokê Dadgehê hemû daxwazan qebûl kir û danişînê taloqî 11ê Nîsanê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin