Serdozgeriya Komarê ya Enqerê biryara girtina 9 rojnamevanên Kurd da
PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, ji ber nûçe, parvekirinên medya civakî û hinek serdanên wan, di derbarê 9 rojnamevanên Kurd de, biryara girtinê da.
Li gor zanyariyan, Hêzên Ewlekariyê yên Tirkiyê roja Sêşemê 25ê Cotmeha 2022yan de, di çarçoveya lêkolîna Serdozgeriya Komarê de 11 rojnamevan û karmendên Kurd ên ajansên Mezopotamya û JINNEWSê destser kiribûn. Rojnamevan Zemo Aggoz piştî destserkirinê bi merc hatibû azadkirin.
Herwiha her 10 rojnamevanên din ên desteserkirî, do 28ê Cotmeha 2022an ji bo dadgehkirinê birin Enqerê û rûniştina doza wan li Dadgeha Enqerê hat dîtin.
Hat ragihandin ku şeva borî piştî 5 saetan ji karûbarên îfadeyê, dozger her 10 rojnamevan bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. Dadgeha Cezayan a Enqerê ji ber nûçe, parvekirinên medya civakî û hinek serdanên wan biryara girtina 9 ji wan rojnamevanên Kurd da. Rojnamevanek jî bi mercê kontrala dadî hat azadkirin û qedexeya derketina derveyî welat li ser hat ferzkirin.
Ajansa Mezopotamyayê diyar kiriye ku dozger derbarê beşdarbûna wan rojnamevanan di merasîma veşartina Nagihan Akarsel, nûçeyên ku kirine, peywendiyên wan ên ligel kanalên televîzyonî, endamtiya wan a Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê de û hinek serdanên wan ên bi armanca karê rojnamevaniyê ji bo beşek ji saziyan, pirs kirine û ev yek wek tawan bo wan hatine dîtin. Herwiha dozger ji yek ji rojnamevanan pirsiye: “We ferman ji PKKê sitendiye?”
Şaxa Diyarbekirê ya Komelaya Hiquqnasên Azad îro 29ê Cotmeha 2022ê li ser hesabê xwe yê medya civakî nerazîbûn derbarê biyara dadgehê de nîşan daye û gotiye: “9 rojnamevanên di lêkolîneke navenda wê li Enqerê de ku 25ê Cotmehê hatibûn destserkirin, ji ber çalakiyên xwe yên rojnamevaniyê hatin girtin. Azadiya ragihandinê û mafê wergirtina nûçeyan a welatiyan di bin êrîşeke giran de ye. Ragihandina azad bêdeng nebûye û nabe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin