Serdozgeriya Enqerê li ser parvekirinên êrîsa TUSASê lêpirsîn da destpêkirin

24 October 2024 19:15 0 dîtin
Serdozgeriya Enqerê li ser parvekirinên êrîsa TUSASê lêpirsîn da destpêkirin

PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, li ser êrîşa doh bi ser Navenda Pîşesaziya Hewayî û Fezayî (TUSAŞ) de ku 5 kes hatin kuştin û 22 kes jî birîndar bûn, lêpirsîna parvekirinên li ser medya civakî da destpêkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Serdozgeriya Enqereyê de, hatiye gotin ku li ser êrîşa 23yê Cotmehê ya li demjimêr 15:30 li Kahramankazan a Enqereyê rû daye, li ser hin hesabên medya civakî parvekirinên ku nepenîbûna lêpirsînê binpê dike û di nav xelkê de tirs û panîkê çêdike hatine tespîtkirin.

Herwiha hate diyarkirin, li ser xala qanûna cezayê ya tawanên “bi eşkereyî belavkirina agahiyên dûrî rastiyê û binpêkirina nepenîbûna lêpirsînê’ lêpirsîn hatiye destpêkirin.