Yerlîkaya hurgiliyên êrîsa TUSASê eskere kir: Herdu êrîskaran jî xwe teqand
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, derbarê êrîşa PKKê ya ser navenda TUSAŞê de, agahî dan.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê hurgiliyên êrîşa Kahramankazan a Enqereyê eşkere kir û got, herdu êrîşkar li demjimêr 15.26an ji otomobîla ku xesp kirine peya bûne û dest bi gulereşandina ser xelkên bêguneh kirine.
Yerlîkaya diyar kir ku piştî 10 xulekan 10 tîmên wan çûne cihê bûyerê û bi êrîşkaran re ketine pevçûnê.
Alî Yerlîkaya da xuyakirin ku herdu êrîşkaran jî dema fêm kirine nikarin xilas bibin xwe teqandine.
Wezîrê Tirk diyar kir ku êrîşkaran ji bilî çekê bombe jî dema êrîşê teqandine.
Herwiha destnîşan kir ku dema êrîşê bûyereke rehîneyan çênebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin