Wezîr Yerlîkaya agahiyên nû li ser êrîsa dêrê eskere kirin
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê Alî Yerlîkaya derbarê êrîşa çekdarî ya ku li Dêra Santa Maria ya Sariyerê pêk hat de kesekî jiyana xwe ji dest da de agahî da.
Wezîr Yerlîkaya der barê mijarê de ji rojnameya Hurriyetê re axivî û wiha got: “Êrîşkar bi fîşekên 7.65 ketin dêrê. Şikir ji Xwedê re her du çek jî neteqiyan. Li erdê 3 qalik hatin dîtin. Em şêwaza êrîşa DAIŞê dizanin. Ew an bombeyan bikar tînin an jî hemû sivîlan li ku derê bikevin qetil dikin."
Yerlîkaya bal kişand ser binçavkirinên di operasyonan de û diyar kir ku piştî îfade bi dawî bûn wê hûrgilî bên zelalkirin û got, "Armancên wan ên ji vê êrîşê çi bûn? Em jî li bersiva heman pirsê digerin."
Wezîr Yerlikaya diyar kir ku Serbalyozê Polonyayê Witold Lesniak ku li gorî tespîtên destpêkê beşdarî merasîmê bû ne hedef e û got, "Agahî hene ku Serbalyozê Polonyayê timî diçe dêrên cuda yên Stenbolê û vê carê jî çûye vê dêrê bi şansê. Jixwe di wê kêliyê de nêzî 35 kes li dêrê hene. Ger ku hedef Serbalyoz bû, çima êrîşkaran pêşî bi destikê çekê li Tuncer Cîhan xistin û piştre jî bi çekê kuştin?”
Yerlikaya derbarê êrîşkarên wesayîta bi plaqeya Polonî de jî wiha got: “Wesayît di sala 2022an de derbasî Ewropayê bûye. Li vir dest guhertiye. Jixwe bi guhertina destan û keşfê hat dîtin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin