Di êrîsa dêrê de agahiyên nû derketin!

29 January 2024 20:58 0 dîtin
Di êrîsa dêrê de agahiyên nû derketin!

PeyamaKurd – Derbarê êrîşa çekdarî ya li Dêra Santa Maria ya Sariyera Stenbolê de agahiyên nû derketin. Li gorî vê, hat hînbûn ku hejmara kesên hatin binçavkirin derket 51an û yek ji gumanbarên ku êrîş pêk anîbû jî piştî ku çeka wî neteqiya bû reviya.

Derbarê êrîşa çekdarî ya li Dêra Santa Maria ya Sariyerê de agahiyên nû derketin. Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 51an, hat hînbûn ku yek ji gumanbarên êrîş li dar xistiye ji ber ku çeka neteqiya ye reviyaye.

Li gorî nûçeya DHAyê, li Dêra Santa Maria ya Sariyerê di saet 11.40an de di dema merasîma roja Yekşemê de ji aliyê 2 kesên rûpoş ve êrîşa çekdarî hat kirin.

Di êrîşê de Tuncer Murat Cîhan ê 52 salî jiyana xwe ji dest da, gumanbarên êrîşa çekdarî kirin hatin girtin. Piştî êrîşê demek kin li gelek navnîşanên kesên ku têkiliya wan bi bûyerê re heye operasyon hatin kirin. Hejmara kesên di operasyonê de hatin desteserkirin derket 51an.

23 kes wê bên dersînorkirin

Derbarê operasyon û gumanbaran de agahiyên nû derketin. Hat diyarkirin ku kesên hatin binçavkirin welatiyên Tacîkistan, Rûsya û Tirkiyeyê ne. Di çarçoveya xebata ku ji teref tîmeke taybet a ji 150 kesî pêk dihat de ewil wesayîtên gumanbaran hatin tesbîtkirin. Ekîban rêya wesayitê şopandin û tesbît kirin ku şikbar çûn Taxa Başakşehîrê Guvercintepe.

Ekîban li nêzikî navnîşanên ku li vir tesbît kiribûn balîf dîtin û li ser navnîşanan operasyon kirin. A.K.yê welatiyê Tacikiyê ku di operasyonan da êrîş li dar xist û welatiyê Rûs D.T. 51 kesên ku hat tespîtkirin destê wan di êrîşê de heye hatin desteserkirin. Ji şikbaran 23 kes ji bo dersînorkirinê sewqî navenda vegerê hatin kirin, ji bo 28 gumanbaran jî li midûriyeta polîsan prosedurên berdewam dikin. Hat hînbûn ku îfadeyên gumanbaran destpê kir.

Dema çek lê ket, tirsiyan û reviyan.

Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku wesayîta ku gumanbarên bûyerê bi kar anîne salek berê ji Polonyayê anîne Tirkiyeyê, wesayît di vê heyamê da qet bi rê neketiye û di roja bûyerê de hatiye bi kar anîn. Hate hînbûn ku kesê wesayît aniye piştî 2 rojan maye vegeriya. Herwiha hat diyarkirin ku di encama gulebarana A.K.yê ku ji gumanbarên roja bûyerê êrîş li dar xistiye de şikbar ketine panîkê û reviyane.