Reutersê hurgiliyên êrîsa ser mala Kazimî eskere kir...
PeyamaKurd – Ajansa Reutersê bi zarê çavkaniyên ewlehiya Iraqê hurgiliyên, êrîşa doh 7ê Mijdarê ya ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî belav kir.
Li gorî çavkaniyên ku ji Reutersê re axivî ne, êrîşa bi dronan a ser mala Kazimî ji aliyê komên bi ser Îranê ve hatiye encamdan.
Herwiha hatiye diyarkirin ku îhtimal e ew êrîş bi kordîneya çend komên girêdayî Îranê hatiye encamdan ku muhîmat û teqemeniyên hatine bikaranîn jî yên li Îranê hatine çêkirin in.
Li aliyê din Berpirsê Ragihandinê di Wezareta Navxwe ya Iraqê de Saad Maan jî daye xuyakirin ku balafirên bêmirov ên bi çek ji bakurê rojhilatê Bexdayê rabûne û heta 10-20 kîlomtereyan nizm firiyane û piştre êrîş pêk anîne.
Herwiha eşkere kir ku 7 pasevanên Kazimî jî di êrîşa doh de birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin