Ji NATOyê daxuyaniya êrîsa ser mala Kazimî

07 November 2021 20:00 0 dîtin
Ji NATOyê daxuyaniya êrîsa ser mala Kazimî

PeyamaKurd – NATOyê êrîşa roja Yekşemê danê sibehê ya bi dronan a ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya li Herêma Kesk a Bexdayê, şermezar kir.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li ser medya civakî êrîşa ser mala Kazimî şermezar kir û got: "NATO piştevaniya saziyên hêzên ewlehiya Iraqê yên têkoşîna terorê didin û parastina serwerî û serxwebûna Iraqê dikin, dike.”

Mistefa Kazimî piştî êrîşê ragihandibû ku ew bi silamet e û gotibû: “Ez berê û hîn jî projeya fedekarî ya Iraq û gelê Iraqê me, moşekên xiyanetê baweriya me naşikîne û îsrara hêzên me yên ewlehiyê yên qehreman ji bo parastina ewlehiya xelkê û bidestxistina maf û bicihkirina yasayê nahejîne.”